Tendrûstî
Merkel: “Dibe vîrus bigihê %70 yê welat”
PeyamaKurd- Serokwezîra Almanya Angela Merkel di civîna grûba partiya xwe de ragihand ku dibe koronavîrus (Kovid-19) bigihê %60 an %70 yê xelkê welatê Almanya. Nûçeya axaftina Merkel ket ser çapemeniya Almanya û belav bû.
Merkel got ku bo kemkirina vîrusê divê civîn, aheng û xwepêşandan bên kêmkirin. Li ser maçên fûtbolê ku bê temaşevan dileyîzin jî Merkel got ku ew tişta herî xerab nîne ku karibe were serê vî milletî.