TR KU SO
FB X
Tendrûstî

Pisporên Çînî: Vîrusa Korona ji Pangolinê belav bûye

Hevi Turan
Nivîskar
📅 07 sibat 2020 20:58

PeyamaKurd – Pisporên Zanîngeha Çandiniyê ya Başûrê Çînê lêkolînek derbarê belavbûna coronavirusê de belav kirin û îdia kirin ku vîrus ji ajala bi navê pangolîn belav bûye ku Çînî wê dixwin.

Li gorî analîzên pisporên Çînê nexweşîna coronavirusê bi îhtimaleke mezin ji ajala pangolîn belav bûye. Pisporan wekî îhtimala duyem jî ajala şevşeokê nîşan didin ku herdu ajal jî li Çînê têne xwarin û ne li gorî hijyenê têne pijandin.

Li gorî amarên hatine belavkirin vîrusa koronayê ku li bêhtirî 20 welatan belav bûye, heta niha bûye sedema mirina bêhtirî 600 kesan bi taybet li welatê Çînê û li ser bi deh hezaran kesan jî ew vîrus peyde bûye ku niha di bin çavdêriyê de ne û têne dermankirin.

Parve bike: