TR KU SO
FB X
Tendrûstî

Rojava: Entegrasyona tenduristiya Hesekê ya bi saziyên Şamê re dest pê kir

Hevi Turan
Nivîskar
📅 18 sibat 2026 20:01

PeyamaKurd- Ofîsa Ragihandinê ya Parêzgeha Hesekê ragihand ku komîteya ji aliyê parêzgar Nûredîn Ehmed ve hatiye destnîşankirin, li qada tenduristiyê ya parêzgehê bi fermî dest bi karê xwe kiriye.

Komîteyê doh jî serdana Nexweşxaneya Qamişloyê kiribû û dest bi pêkanîna plana xebata rêxistinî kiribû.

Hate diyarkirin, di destpêkê de pergala rêveberî û karmendan hat sazkirin û karmend li gorî pisporiya xwe û hewcedariya navendên tenduristiyê yên li parêzgehê hatin birêxistinkirin.

Komîteyê herwiha da zanîn ku karmendên ku di dema rejîma berê de ji ber sedemên siyasî û ewlehiyê ji kar hatine avêtin, mafê wan heye ku vegerin ser karên xwe.

Nivîsgeha Ragihandinê diyar kir ku hemû karmendên Rêveberiya Xweser ên ku di qada tenduristiyê de dixebitin, bi fermî di nav pergala nû de hatine tayînkirin.

Parve bike: