WHO: Etîyopya nahêle alîkariya mirovî here herêma Tîgrayê
PeyamaKurd – WHO an ku Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê ragihand ku bi çend caran hukumeta Etîyopyayê nehiştiye alîkariya tendursitiyê here herêma Tîgrayê. WHO yê got ku hukumeta Etîyopyayê rast nabêje û weha got:
“Ji 21 temmûzê heya niha hukumet gelek caran nehiştiye ku ekîpmanên tenduristiyê bigihên herêma Tîgranê.”
WHO yê bi nivîskî ragihand ku dîrektorê wan Tedros Adhanam Ghebreyesus di civîna çapemeniyê ya di 12 ê çileyê de li ser krîzê weha axifiye:
“Îznê nadin ku em alîkariya tenduristî û derman bişînin Tîgranê.”
Dîrektor, di daxwuyaniyê de got ku haya wan ji notaya devkî ya hukumeta Etîyopyayê heye û weha dewam kir:
“WHO, li gor Neteweyên Yekgirtî ji salekî zêdetire ku ji bo alîkariya tenduristiyê bigihê 7 mîlyon mirovên li Tîgranê, wê îzna xwe ya gihandina wê derê ji hukumeta Etîyopyayê bixwaze û dewam bike.
Li herêmên ku şer lê hene, ji bo WHO û civaka navdewletî xwe bigihînê, ewlehiya sîvîlan û temînkirina tenduristiya wan pêwiste. Ev rewşa han li Tîgrayê û bakûrê Etîyopyayê eyniye.”
Hukumeta Etîyopyayê ragihandibû ku ne hukumet astengiyê derdixe lê Cepha Rizgariya Gel ya Tîgrayê TPLF nahêle alîkarî here herêmê.