TR KU SO
FB X
Tendrûstî

WHO: Metirsiya felaketa duyem heye

Hevi Turan
Nivîskar
📅 11 sibat 2023 01:04

PeyamaKurd – Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) bal kişand ser zehmetiyên mexdûrên erdhejên Mereşê yên bi pileyên 7.7 û 7.6 û ragihand, felaketeke duyem di rê de ye.

Serokê Destwerdana Afatan ê WHOyê Robert Holden, li navenda WHOyê ya Cenevreyê derbarê erdhejên Mereşê de û rewşa dawî daxuyanî da.

Holden bal kişand ser zehmetiyên jiyanê yên bi hezaran mexdûrên erdhejê yên li derve dimînin û got, ji ber pirsgirêkên wekî; av, elektrîk û sotemenîyê metirsiya felaketeke duyem a mirovî heye.

Rayedarê WHOyê li ser erdhejên ku heta niha zêdetirî 20 hezar kesan can daye diyar kir, “Heger em xebatên rizgarkirin û lêgerînê bi leza niha dewam nekin, em ê rûbirûyî metirsiya felaketeke duyem bibin.”

Parve bike: