TR KU SO
FB X
Tendrûstî

WHO: Zêdetirî 300 kes ji wê nexwesiyê mirin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 16 tebax 2024 23:02

PeyamaKurd - Berpirsa Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Margaret Harris eşkere kir ku li welatê Sûdanê ji ber belavbûna nexweşiya kolerayê 316 kes mirine.

Margaret Harris diyar kir, li gorî agahiyên ku bi dest xistine, 11 hezar û 327 kes jî bi kolerayê ketine û got: "Dibe hejmara pêketiyên kolerayê ji vê zêdetir be."

 WHOyê demek berê ji ber belavbûna nexweşiyan li Sûdanê hişyarî dabû.

Parve bike: