Werzis
Îsal Tiago Amarel golkarê Kurdistanê ye
PeyamaKurd - Îro yariyên dawîn ên Lîga Yekemîn a Kurdistanê tên lîstin û şampiyon di encama wan yarina de eşkere dibe. Herwiha îro diyar dibe ka dê kîjan yarîzan bibe golkarê lîgê û xelat werbigre.
Îsal berovajiyê salên berê yarîzanê herî zêde gol tomarkiriye ne yarîzanekî Kurd e lê Brezîlî ye.
Yarîzanê golkar ê Yaneya Zêrevanî, Tiago Amarel heta niha 10 gol tomar kirine û di rêza yekemîn de ye.
Yaneya Zêrevanî îro dê yariya xwe ya dawî li hember Yaneya Pêşmerge bilîze.
Yarîzanê Yaneya Hindirîn Armanc Ekrem niha rikeberiya Tiago Amarel dike, ku wî jî 7 gol tomar kirine.
Eger îro Armanc Ekrem bi golên xwe nekeve pêş Tiago dê ev yarîzanê Brezîlî bibe golkarê Lîga Kurdistanê.