TR KU SO
FB X
Werzis

Manchester City cara yekem kûpa Lîga Sampiyonan wergirt

Hevi Turan
Nivîskar
📅 11 hezîran 2023 12:23

PeyamaKurd – Tîma futbolê Manchester City, şeva borî di maça fînalê ya ligel tîma Interê de, bi ser ket û bû şampiyonê 2023 yê Kûpa Lîga Şampiyonan a UEFAyê.

Dî maça fînalê ku şevê din 10ê Hezîranê de, li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê herdu tîmên futbolê Manchester City û Inter derketin pêşberî hev. Manchester City bi gola Rodrî di xuleka 68an de ket pêşiya Interê û maç bi 1-0 bidawî bû.

Tîma Îngilîz Manchester City bi vê encamê di dîroka xwe de cara yekemîn kûpaya UEFAyê bi dest xist û bû şampiyon.

Parve bike: