TR KU SO
FB X
Werzis

Mesrûr Barzanî: Xelata alîgiran a FIFAyê ji bo Zaxoyê serkeftineke mezin e

İlyas batu
Edîtor
📅 16 berfanbar 2025 16:18

PeyamaKurd – Îro, 16ê Kanûnê, 2025an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya wergirtina "Xelata herî baş a alîgirên FIFA"yê peyameke pîrozbahiyê arasteyî alîgirên tîma Zaxo Sporê kir.

Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê kêfxweşiya xwe anî ziman û got:

Pîrozbahiyeke germ li alîgirên dilsoz ên Zaxoyê dikim. Ev serkeftineke mezin e bo werziş û alîgirên wê li seranserê Kurdistan û Iraqê."

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de herwiha spasiya wan hemû kesan kir ku deng dane û bûne sedema vê serkeftina navdewletî.

Parve bike: