Stêrkê futbolê Messi transferî tîma PSG ya Fransî bû
PeyamaKurd - Stêrkê futbolê li cîhanê Lionel Messi ku demek berê cudabûna xwe ya ji tîma Barcelonayê ragihandibû, bi tîma Paris Saint Germain a Fransî re li hev kir.
Lionel Messi stêrkê Arjantînî û futbolîzê berê yê tîma Barcelona ya Spanî bi fermî transferî tîma Paris Saint-Germain (PSG) ya Fransî bû û Bein Sportê ragihandiye ku biryar e di çend demjimêrên de Messi bigihe Parîsê û piştî pişkinînên tenduristiyê wê bi fermî girêbestê îmze bike.
Medya Fransî jî bi awayekî berfireh nûçeya rêkeftina Lionel Messi û tîma Paris Saint-Germain belav kiriye û daye xuyakirin ku herdu alî gihîştine rêkeftina dawî û êdî ew stêrkê futbolê bûye lîstikvanê tîma Fransî.
Hat eşkerekirin ku girêbesta Messî ya ligel tîma Paris Saint-Germain bo 2 salan e û îhtimal heye ji bo sala sêyem jî girêbest were nûjenkirin.
Li gorî zanyariyan, mûçeya salane ya Lionel Messi di PSG de 35 milyon Euro ye û wê Messi formeyê jimara 18 yan jî 30 li xwe bike.
Hat ragihandin ku wê roja Çarşemê 11ê Tebaxê Messi bi civîneke rojnamevanî hûrgiliyên tevlîbûna xwe ya tîma PSGê eşkere bike.