TR KU SO
FB X
Werzis

Tîma Handbolê ya Jinan a Hewlêrê bû sampiyon!

Hevi Turan
Nivîskar
📅 06 hezîran 2021 19:33

PeyamaKurd - Tîma Hendbolê ya Jinan a Hewlêrê cara duyemîn di Super Lîga Iraqê de bû şampiyon.

Tîma Hendbolê ya Jinan a Hewlêrê du werz e li ser hev di Super Lîga Iraqê de dibe şampiyon.

Tîma Hewlêrê di pêşbirka li beramber tîma Jinên Hewlêrê ku doh birêve çû, bi encama 24-35 bi ser ket û bû şampiyon.

Piştî serkeftina Tîma Handbolê ya Jinan a Hewlêrê hejmareke zêde yarîzanên tîma Hewlêrê ji bo tîma Iraqê hatin vexwendin daku beşdarî şampiyonaya Hendbolê Îlona îsal li Koreya Başûr birêve diçe bibin.

Parve bike: