TR KU SO
FB X
Werzis

Yariya li Ispartayê ji temasevanên AmedSporê re hat qedexekirin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 27 tebax 2022 00:15

PeyamaKurd – Tîma futbolê ya Amedspor ku her sal rastî kiryarên nijadperestî, qedexe û cezayên federasyona futbolê a Tirkiyê tê, careke din rastî cezayekî hat.

Desteya Sporê ya bajarê Ispartayê, ji bo yekem yariya sezona 2022-2023yan a Amedspor-Ispartasporê ku roja Yekşemê 28ê Tebaxê tê lîstin, biryara qedexeya hatina temaşevanên mêvan ên Amedsporê derxist.

Rêveberiya Amedsporê ragihand ku tevî îtiraza wan a bo rakirina qedexeya temaşevanan jî Desteya Sporê ya Ispartayê destnîşan kiriye ku wê biryara qedexeyê were bicihkirin.

Parve bike: