Fêdeyên meyweyên havînê gelekin

Fêdeyên meyweyên havînê gelekin

PeyamaKurd- Di havînê de meyweyên ku gelek kes ji wan hezdikin yên weka zebeş, gilyaz û mişmiş bi taybetî yên organêk yên bê derman derketin û xelk dikare wan deyne ser sifreya xwe. Diyetîsyenên pispor di gelek gotarên xwe yên tenduristiyê de behsa fêda wan dikin.

Diyetisyen dema behsa zebeşê dikin, dibêjin ku ava wê zêdeye, ji aliyê likopen û beta-karotenden ve dewlemende. Dikare li gor xwe rê li ber kolesterol û pençeşêra prostatê bigre û hem xwîna mirov rohn dike.

Di mijara fêda mişmişê de tê gotin bi vîtamîn A û beta-karotendenê dewlemende. Vîtamîna C, potasyum tê de heye û lêfên wê xurtin. Bo tenduristiya çav û dil başe, hem dike ku sîstema hezma rodiyan baş bixebite.

Çîlek yek ji antioksidana ye, tê de vîtamîna C heye û hucreyên bedenê li dijî xesaran tamîr dike. Çermê bedenê taze dike.

Gilyaz jî yek ji fêkiyên havînê ye û tê de vîtamîna C û potasyûm heye.  Bi sedema ku tê de potasyûm zêde heye, alîkarî dike ku ava zêde ya di bedenê de derxe derve. Maddeya kuarsetîna di nav de dilê mirov li hemberê nexweşînên dil qewî dike û kolesterolê dadixe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin