PeyamaKurd- Wezareta Karên Derve ya Suriyeyê Amerîka bi wê yekê tohmetbar kir ku êrîşên li ser navçeyên cuda yên parêzgeha Dêrezorê ya Suriyê kirine û di encamê de ziyanên canî û madî çêbûne.
Wezareta Karên Derve ya Suriyeyê, êrîşên asîmanî yên Amerîkayê li dijî hedefên ku hat ragihandin girêdayî Îranê ne, şermezar kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Dagirkeriya Amerîkayê ya li Suriyeyê wê bi dawî bibe."
Piştî ku Amerîkayê li Suriyeyê li hedefên ku îdia kiribû yên Îranê ne, êrîşên asîmanî pêk hanîn, rêveberiya Şamê jî hat şermezarkirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Washington li ser xalên ku hatine hedefgirtin derewan dike û daxuyaniya "Dagirkeriya Amerîkayê ya li ser axa me bi dawî bibe" hat qeydkirin.
Her wiha di daxuyaniyê de êrîşên Amerîkayê wekî “terorîst” hatin binavkirin û Washington jî bi “dizîna samanên Suriyê” hatin tawanbarkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin