PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku ew dê operasyonên xwe yên li Sûriyê li ser şaneyên DAIŞê zêde bikin û piştrast dikin ku dê wan tune bikin.
Fermandariya Giştî ya HSDê bi daxuyaniyekê ragihand, “Emê bi piştevaniya hevpeymaniya navdewletî operasyonên dijî DAIŞê zêde bikin û heta hemû terorîstan tune bikin, aramî û ewlekariya herêmê dabîn bikin em piştrast dikin ku bi ser hemû şaneyên razayî de biçin.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrîşa Minbicê bi mebesta peydakirina tirsê û aloziyê li herêmê hatiye kirin û li demeke terorîst ji Dêrazorê vedikişin Hecînê şaneyên razayî hatine bikaranîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin