Li Çewlikê kesê ku bertek nîsanî hatina Aksener da hat binçavkirin

Li Çewlikê kesê ku bertek nîsanî hatina Aksener da hat binçavkirin

PeyamaKurd - Seroka Giştî ya ÎYÎ Partî ya opozîsyona Tirkiyê Meral Akşener di serdana xwe ya bajarê Çewlikê yê Bakurê Kurdistanê de, rastî berteka welatiyekî Kurd hat. 

Meral Akşener, di serdana xwe ya Çewlikê de, dema ji otobûsê pêya bû ji aliyê welatiyekî ve hat şermezarkirin.

Li gorî dîmenên hatine parvekirin tê bihîstin ku ew kes ji Akşenerê re dibêje; “Tu hatiyî bi ser de li Çewlikê deng jî dixwazî?.” Hat ragihandin ku ew kesê bertek nîşanî Akşenerê daye, ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye binçavkirin. 

Hêjayî bibîrxistinê ye hefteya borî 28ê Cotmehê jî Meral Akşener dema serdana Sêrtê kiribû, li navçeya Misircê dikandarekî Kurd bi navê Cemîl Taşkesen jê re gotibû: “Em Kurd in, zimanê me tê înkarkirin, nasnameya me tê înkarkirin, Kurdistan tê înkarkirin. Cihê hûn niha lê ne Kurdistan e, lê li parlamentoyê ev `Kurdistan` tê înkarkirin.”

Piştî vê axaftinê dotira rojê beyanîyê Cemîl Taşkesen hatibû binçavkirin û di raya giştî ya Kurd de karvedaneke mezin li ser çêbûbû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin