PeyamaKurd – Balyoza Amerîkayê ya li Bexdayê Alina Romanowski ragihand ku ew ji daxwuyaniya hevpar ya Iraqê û Neteweyên Yekgirtî ya li ser Êzîdiyan raziye. Alina Romanowski, daxwuyaniya xwe di ser hesabê xwe yê medya civakî de da û got:
“Biryarnama ku ji encumena wezîran ya Iraqê derket û tê de digot xanî, arazî, mafên mulkiyetê yên Êzîdiyên li Şengalê ku divê ji Êzîdiyan re bên îadekirin, bi daxwuyaniya serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sudani û nûnertiya Neteweyên Yekgirtî ya Iraqê (UNAMI) ku bi hevre dan, emjê razîne.
Amerîka bi Bernama Neteweyên Yekgirtî ya Bicîhkirina Mirovan (UNHABITAT) ku ji sala 2018an heya niha alîkariya bi hezaran xelkê Êzîdî yên ku xwestin dagerin ser axa xwe, alîkarî kiriye, di bernamê de bûye fînansor û di bernamê de rol leyîstine, em pê serbilindin.”
Balyoza Amerîkayê Alina Romanowski di daxwuyaniya xwe de behsa peymana navbera Erbîl û Bexdayê kir û got ku girînge li Şengalê jiyan normal bibe û koçber dagerin ser axa xwe.”
Encumena wezîran ya Iraqê biryarê hefteya borî da ku di wexta rejîma berê de, di sala 1975an de rejîmê biryarê dabû ku Êzîdiyan ji Şengalê (Sincar) derxin û dest deynin ser erdên wan. Biryara nû, biryara berê betal dike û mafê dagera wan û îada xanî û araziyên Êzîdiyan car din dide Êzîdiyan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin