Latîf Epozdemîr bû Serokê Gistî yê HAK-PARê

Latîf Epozdemîr bû Serokê Gistî yê HAK-PARê

PeyamaKurd - HAK-PARê li Enqerê kongreya xwe ya mezin li dar xist û Latîf Epozdemîr bû Serokê Giştî yê wê partiye.

Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) 8emîn kongreya xwe ya mezin a asayî li dar xist û serokê xwe yê giştî diyar kir. Ji bo serokatiya giştî ya partiye Necati Bayram, Refik Karakoç û Latif Epozdemir namzed bûn.

Di kongreya ku duh li Enqereyê li Otela Demonti hat lidarxistin de bi dengê delegeyan ji bo serokatiya giştî Latîf Epozdemîr hat hilbijartin.

LATÎF EPOZDEMÎR KÎ YE?

Nivîskar û Siyasetmedar Latîf Epozdemîr di sala 1956an de li Sêrt a Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye û derçûyiyê mamostetiyê ye. Endamê Weqfa Lêkolînên Kurdî (Kurd-Kav) û Komeleya Edîbên Tirkiyê (TED) ye. Wî di warê helbest û romanan de çendîn pirtûk nivîsandine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin