Elektrîka saredariyê birîn û saredarî avahiya elektrîkê mohr kir

Elektrîka saredariyê birîn û saredarî avahiya elektrîkê mohr kir

PeyamaKurd- Li navçeya Tetwanê ya bi ser bajarê Bedlîsê, rêvebiriya Elketrîkê ya Gol a Wanê (VEDAŞ) bi sedema ku deynê şaredariyê ji rêvebiriya elektrîkê re heye, elektrîka şebeka avê ya Tetwanê birî. Şaredarî jî bi sedema birîna elektrîka şebeka avê, avahiya elekrtîkê bi sedema ku qaçaxe û ruxseta wê tine ye, avahiyê mohr kir.

Piştî ku her dû alî lihev nekirin, şaredarî dosya avahiyê da ber lêkolînê û dît ku ruxseta avahiya elektrîkê tine ye, problemên avahiyê yên bingehîn hene û ava wê qaçax e. Rêvebirê şebeka elektrîkê ragihand ku 17 mîlyon deynê depoya avê heye û lewra elektrîkê birîne.

Wekîlê şaredar Fahrettin Korkmaz jî got ku problemên avahiya wan heye, rûxsata wê kêm e û wan mudaxeleyê rêvebiriya elektrîkê nekiriye. Tenê egera qanûnî dikin. Bo elektrîka wan berdin seredana dadgehê kirine. Eger kêmasiyên avahiyê temam bikin, wê mohra wan rakin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin