PeyamaKurd - Rojnameya El-Ereb a Qeterê ropareke nûçe-analîz weşand ku tê de ragihand, rejîma Sûriyê ji bihêzbûna kurdên Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûriyê nîgeran e, ji ber ku rê ji bo avakirina herêmeke nîv serbixwe wekî ya Herêma Kurdistanê xweş dikin.
‘ERDOGAN ÇAVÊ XWE JÊ RE DIGIRE’
Di raportê de hat diyarkirin, Serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan xwe radestî emrî waqiî kiriye û niha çavê xwe li avakirina herêmeke ji bo kurdan li Rojavayê Kurdistanê digire, lê bi mercê aramî di navbera wê herêmê û Tirkiyê de hebe.
Kurdên Rojavayê Kurdistanê piştevaniya esmanî ya hevpeymaniya navnetewî ya dijî rêxistina terorîsta DAIŞê girtine pişt xwe û li gor rojnameya El-Ereb jî piştevaniya hêzên hevpeyman wek biryara sepandina navçeya dijî firînan a başûrê Kurdistanê, ku di civaka navnetewî de li dijî Iraqê di salên 90î de hatibû derxistin e.
‘KURD LAÎKBÛN Û SEKULERÎZMÊ DIPARÊZIN’
Heman rojname bi zimanê çavdêrên siyasî behsa wê yekê dike ku kurd li Rojavayê Kurdistanê derveyî piştevaniya derve, di navxwe de jî piştevaniya wan heye ku baweriya wan bi laîkbûn û sekulerîzmê heye û ev yek jî dibe sedem ku xelkên li navçeyê yên kurd, ereb, mesîhî û kurdên êzdî ve ber bi xwe ve rakêşîne.
REJÎMA ESED KOMXEBATA EŞÎRAN WEKÎ ÎXANET BI NAV KIR
Rejîma Sûriyê beşdarbûna eşîretên ereb ên Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûriyê ya li komxebata roja înê ku ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve hatibû birêxistin wek xiyanet li Sûriyê pênase kir.
‘TIRSA REJÎMÊ NÎV SERBIXWEYIYA KURDAN E’
Li gor çavdêran nîgeraniya rejîma Sûriyê bêhtir ji ber rijdbûna kurdan li nîv serxwebûnê ye û tirsî ji wê heye, ku êdî raman û fikrên kurdên Rojavayê Kurdistanê di bin rewşekî de ye ku wegera berê ya bin desthilata Şamê nepêkan e.
DAXUYANIYA MEZLÛM EBDÎ NÎŞANEYA DAMEZRANDINA HERÊMEKÊ YE
Rojnameya ereb daxuyaniya fermandarê giştî yê HSDê Mazlum Kobanê ya derbarê red kirina awayê aştiya rejîma Sûriyê wek belgeyekî, daxwaza kurdan a ji bo damezrandina herêmekî kurdî li Rojavayê Kurdisanê nîşan dide.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin