Trump ji bo ‘Qira Ermenan’ got: "Meds Yeghern"

Trump ji bo ‘Qira Ermenan’ got: "Meds Yeghern"

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald di bîranîna salvegera bûyerên salên 1915an de ku wekî ‘Qira Ermenan’ tên zanîn û welatên wekî Fransayê jî bi wî navî pênase lê kirine daxuyanî da.

Trump îro 24ê Nîsanê di daxuyaniya xwe ya bîranînê de wekî sala borî dîsa peyva ‘Meds Yeghern' ango ‘Felaketa Mezin’ bikar anî. Di daxuyaniya Trump de qurbaniyên karesata ermenan hatin bîranîn û hat xwestin, pênase li wê karesatê bê kirin û herdu gelên ermen û tirk rûbirûbûnê bikin.

Tirkiye li dijî wê yekê ye ku pênase li ‘Qira Ermenan’ a heyama dawiya Osmaniyan tê kirin û bertekê nîşanî wan welatên pênaseyê li dikin dide.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin