PeyamaKurd- Neteweyên Hevgirtî bang kiribû ku agirbestekî li Lîbyayê çêbibe da xelkê sîvîl bê tehliyekirin lê Xelîfe Hafter bo Trablûsê bixe destê xwe êrîşên xwe yên ser bajêr û der û dora bajêr dide dewamkirin. Berdevkê sekreterê giştî yê Neteweyên Hevgirtî Stephane Dujarric di brîfînga xwe ya îro de, bo çapemeniyê weha ragihand:
“Mixabin me bo banga xwe ya mirovî, bersiveka erênî nesitend. Em car din bang dikin û dibêjin di şer de sîlihên giran tên bikaranîn û bandorê li ser sîvîlan dike. Bo tehliya sîvîlan û birîndaran bila agirbestek bê îlankirin.”
Hêzên Xelîfe ji 4 ê nîsanê de êrîşan dibe ser der û dora bajarê Trablûsê. Wezareta Lîbyayê ya tenduristiyê di ser hesabê xwe yê civakî de ragihandiye ku di şer de 21 kes mirine û 27 kes jî birîndar bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin