PeyamaKurd – Wezîrê tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca di ser hesabê xwe yê Twitterê de rewşa îro ya Kovid-19 ê belav kir û got ku ti carê pandemî ji kontrola wan derneketiye lê her diçe encam girantir dibe. Koca ragihand ku divê xelk tevgerên xwe yên niha 1/3 yê wan daxîne da karibin bi pandemiyê re serî derên. Rêjeyên Kovid-19 ê jî weha hatin ragihandin:
13.877.705 test heya îro hatine kirin.
373.154 kes heya îro nexweş ketine.
10.177 nexweş heya îro mirine.
1.966 nexweş halê wan girane.
322.465 nexweş heya îro baş bûne.
Îro:
136.525 test îro hatine kirin.
2.322 test îro posîtîv derketine.
78 nexweş îro wefat kirine.
1.703 nexweş îro baş bûne.
%5 di nexweşan de zaturye heye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin