PeyamaKurd-Îro Serok Mesûd Barzanî, pêşwaziya şandeke bilind a Hevpeymaniya Siyade kir. Di hevdîtina hat kirin de hat ragihandin ku rewşa siyasî û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatine nirxandin.
Serokê Hevpeymaniyê Xemîs Xencer, Serokê Encûmena Nûnera a Iraqê Mihemed Helbûsî û Endamê Encûmena Nûneran a Iraqê Ehmed Cibûrî di hevdîtinê de amade bûn. Di civîna li gel Serok Barzanî de hat zanîn ku tekezî li ser hewildanên dawîlêhanîna xitimandinên siyasî hatiye kirin û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê jî hatiye guftûgokirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin