PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, bi daxuyaniyekê hevdîtina gengaz a di navbera Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Sûriyê Beşar Esed de red kir.
Mevlut Çavuşoglu di derbarê gotegotên egera hevdîtina navbera Erdogan û Beşar Esed di civîna rêxistina Shnaghayê de ji medyaya navxweyî ya welatê xwe re eşkere kir: “Di lûtkeya Rêxistina Hevkariya Shanghayê de ya di meha Îlonê de wê di navbera Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Sûriyê Beşar Esed de hevdîtin pêk neyê.”
Çavuşoglu destnîşan kir, lûtkeya rêxistina Shnaghayê di 15-16ê Îlonê de li bajarê Semeqend a Ozbekistanê tê lidarxistin, lê Serokê Sûriyê “Beşar Esed ji bo civînê nehatiye vexwendin.”
Li gor medyaya Îranê eşkere kiribû, Serokkomarê Rûsyayê Valdimir Putin, Serokkomarê Tirkiyê Erdogan û Serokê Sûriyê Beşar Esed vexwendine civîna rêxistina Shanghayê ku biryar e 15-16ê Îlona îsal li Ozbekistanê bê lidarxistin û ragihandiye, bi egereke zêde Erdogan û Esed wê di kevana civîna rêxistina Shnaghayê de hevdîtinekê pêk bînin.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê da zanîn: “Divê ji bo aştiyeke mayînde li Sûriyê gav bên avêtin û got, nabe rejîma Esed opozîsyonê weke terorîst bibîne.”
Di berdewamiyê de Mevlut Çavuşoglu diyar kir, “Ji destpêkê ve Tirkiye gotiye pêvajoya herî girîng pêvajoya siyasî ye.”
Herwiha Çavuşoglu got, Tirkiye li Sûriyê polîtîkaya "encammîhwer" dimeşîne û diyar kir, Tirkiye giringiyê dide yekîtiya axa Sûriyê.
Herî dawî Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê destnîşan kir, axa Sûriyê divê ji rêxistinên terorê bê paqijkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin