Pîre: Ji bo çareserkirina kêseyan karkirina PDK û YNKê pêwîstiyek e

Pîre: Ji bo çareserkirina kêseyan karkirina PDK û YNKê pêwîstiyek e

PeyamaKurd - Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Seidî Pîre ragihand ku ji bo çareserkirina kêşeyan pêwîstiyek e ku PDK û YNK bi hev re kar bikin.

Endamê Polîtburoya YNKê Seidî Ehmed Pîre, îro 11ê Nîsanê ragihand, tekane rê li ber PDK  û YNKê bihevre karkirin e û divê herdu alî bigihin qenaetê û hevşêweya dezgeha hilbijartinan a herdu partiyan, rûnin û kêşeyên serbazî, ewlehî, siyasî û aborî gotûbêj bikin.

Li ser rêkeftina 4ê Nîsanê ya navbera Hewlêr û Bexdayê ya ji bo destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê jî Seidî Pîre got ku her mijareke di berjewendiya miletê de be, serkeftin e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin