PeyamaKurd – Hat ragihandin ku artêşa rêjîma Sûriyê doh 8ê Çile li nêzî bajaroka Esîl ya li gundewarên Hemayê balafireke keşfê xist xwarê.
Ajansa SANA ya dewleta Sûrî ragihand ku pergala parastina ezmanî ya artêşa Sûrî balafireke keşfê ya komên çekdarên girêdayî Tirkiyê xistiye xwarê.
SANAyê dîmenê balafirê weşand û diyar kir ku balafira keşfê li nêzî cihê rêjîmê yê li derdora bajaroka Esîla ya bakurê rojavayê Hemayê ketiye xwarê.
Tê ragihandin ku pergala parastina ezmanî ya Sûriyê, di hefteyên derbasbûyî de jî gelek balafirên keşfê yên komên çekdar ku hewl didan êrîşî cihên rêjîmê û herêmên ewle bikin xistibûn xwarê.
Dîsa li gorî ragihandina SANAyê artêşa rêjîma Sûrî li gundewarên bajarokê Mearet El-Nûman êrîşên çeteyên dewleta Tirk yê li ser cihên wan ên li gundên Meşarif, Semka û El-bers yên li Idlibê şikandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin