Serok Barzanî ji malbata Îzet Tofîq ra sersaxî xwest

Serok Barzanî ji malbata Îzet Tofîq ra sersaxî xwest

PeyamaKurd - Serok Barzanî piştî mirina Serokê Desteya Nezaheya Iraqê Hakim Îzet Tofîq peyameke sersaxîyê belav kir.

Peyama Barzanî wiha ye: “Bi navê xwedayê mezin û dilovan. Ji bo malabata xwedê jêrazî Hakim Îzet Tofîq.

Bi xemeke zêde ve nûçeya koça dawî ya Hakim Îzet Tofîq Serokê Desteya Nezaheya Iraqê li rûdanekî diltezîn ya hatinûçûnê gihîşt me.

Hakim Îzet Tofîq yasazanekî diyar ya Kurdistanê û kesekî destpak bû û ji destdana wî ziyaneke mezine. Bi vê helkefta xemgîn ve serxweşiyên xwe pêşkêşî we yên birêz û kesukarên xwedê jêrazî dikim. Ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî bi bihûşta fireh şad bike û sebir û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê. Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin