PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ku li Washingtonê beşdarî merasîma 70êmîn salvegera NATOyê bû di civîna rojnamevanî de bersiv da pirsa ser ‘referandûma serxwebûna herêma Kurdistanê’ û got, “Em hewil didin pêwêndiyên ji nû ve asayî bikin. Ezê serdana Hewlêr û Silêmaniyê bikim.”
Wezîrê tirk herwiha di bersiva xwe de got, “Wan jî dît ku referandûm betal e. Wekî hûn dizanin me bang li wan kir ku referandûmê çênekin, lê mixabin çêkirin. Em asayîbûna têkiliyên Hewlêrê bi Bexdayê re baş dibînin û piştgiriyê didinê. Emê jî pêwendiyên xwe ji nû ve asayî bikin. Ti kêşeyeke me bi birayên Kurd ên Iraqê û Sûriyê re nîne.”
Wezîrê tirk di berdewamê de diyar kir, “Pirsgirêka me bi PKKê re ye û pirsgirêka Rêveberîya Herêma Kurdistanê jî PKKê ye. PKK aramiya wan jî lawaz dike. Niha balafirxane dualî vekirî ne û THYê dest bi firînan kiriye. Em ti astengekî li pêşiya pêwendiyan nabînin. Me tim alîkarî daye kurdên Iraqê û em hîn didin.”
‘Gelo Referandûm li gorî kî û çi betal e?”
Çavuşoglu dibêje, ‘Wan jî (Rêveberiya Herêma Kurdistanê) dît ku referandûm betal e’, gelo çima betal e? Ji referandûmê 93,73%î dengê belê derketibû û her kes dizane ku tifaqa dewletên Îran, Iraq û Tirkiyê xwest pêşiya referandûmê û dewletbûna Kurdistanê bigire.
Bi taybetî Tirkiyê bi daxuyaniyên gefxwarinê bertekên tund li hemberê encamên referandûmê nîşan da û heta Serokomarê tirk Erdogan gotibû, “Emê waneyan (neftê) bigirin û deriyan bigirin wê birçî bimînin”.
Çavuşoglu jî wê demê gotibû, “Em wekî Tirkiye, ku dem û cihê wê hat emê hêzê bikar bînin. Heger di vê referandûmê de israr bikin wê bedelê wê hebe”.
Lê belê Serok Mesûd Barzanî serî netewand û guh neda hemû gefên têne kirin û referandûma serxwebûnê çêkir.
Serok Barzanî wê demê gotibû, “Em hêvîdarin neçarî şerê kesî nemînin, em vê naxwazin. Lê heger gefên xwe bipêştir bibin û bînin asta şer jî li gorî wê rewşê tevbigerin”.
Helbet gelê Kurd bi rêjeyeke bilind a encamên referandûmû ji serxwebûnê re gotibû, BELÊ. Piştî vê encamê jî Kurdistan bibû armanca dewletên cîran û hêzên navdewletî. Lê divê neyê jibîrkirin ku karê dîplomasiyê ne karekî hêsan e û dem jê re pêwîst bû.
‘Referandûm nehat betalkirin, hat cemidandin’
Serok Barzanî ji bo rê li ber alozî û pevçûneke muhtemel bigire biryara cemidandina encamên referandûmê stand, lê referandûm nehat betalkirin û encama referandûmê jî wekî tapoyekê di destê gelê Kurdistanê de ma.
Ev helwesta Serok Barzanî nîşaneya gotinên wî yên, “Erê em naxwazin şer bikin, lê heke şerek li dijî gelê me bê kirin jî çeka me tim li ser milê me ye” bû.
Niha Tirkiye dibêje, me têkiliyên xwe bi herêma Kurdistanê re asayî kirine û emê hîn baştir bikin, lê ev polîtîkaya Tirkiyê ya nû ji bo herêma Kurdistanê eşkere ye ku ji ber tengezariya wê ya di siyaseta derve de, krîza aborî û helwesta welatên ewropî ya dijî Tirkiyê ye.
Niha Tirkiye ji girtina sînorên Kurdistanê û birçîhiştina gelê Kurd hatiye asta xurtkirina têkiliyan ku ev jî rewşa tengaviya Tirkiyê nîşan dide, ne ku ji bo xweşkirina têkiliyan û qezenckirina dilê gelê kurd e.
Em hêvîdarin ev rewşa nû ya asayîkirina têkiliyên Tirkiyê, têkiliyên bi Kurdên Rojavayê Kurdistanê re jî bipêş bixe û rê li ber pêvajoyeke aştiyê li Bakurê Kurdistanê jî veke. Her çiqas Enqere nêzîk nebe jî helwesta kurdan her tim aliyê lihevkirin, aştî, wekhevî û demokrasiyê bûye ku niha jî vê dixwazin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin