PeyamaKurd – Şanda Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku ji bo civînên Komîteya Destûra Sûriyê li Cenevê ye, bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka Joel Rayburn re civiya.
Şanda ENKSê ya ji endamên Komîta Destûrê Kamîran Haco, Ebdilhekîm Beşar û endamê Desteya Danûstandkar a Opozîsyona Sûriyê Îbrahîm Biro pêk dihat li Cenêvê bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka Joel Rayburn re civiya.
Hat ragihandin ku di civînê de, li ser Komîteya Destûrê, piştevaniya Amerîka jê re, çareserkirina krîza Sûriyê li gor biryara Neteweyên Yekbûya ya bi jimar 2254 û berdewamiya fişara Amerîka li ser rêjîma Sûriyê hat axaftin.
Li gorî nûçeya K24ê Ebdilhekîm Beşar gotiye, şanda ENKSê di civînê de tekezî li ser çareseriya siyasî bo Sûriyê li gor biryara navdewletî 2254, garantîkirina mafên kurdan di destûrê de û parastina pêwendiyên baş bi welatên cîran re kir.
Beşar da zanîn, şanda ENKSê şeva borî jî bi şanda Wezareta Derve ya Japonyayê re civiyaye û guftûgo derbarê piştevaniya Japonyayê ji mafên kurd di destûrê de û pêşkêşkirina alîkariyên mirovî bo koçberên Rojavayê Kurdistanê yên nû gihîştine Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin