Li bajarê Pawe komek kolber rastî êrîsa pasdaran hatin: Kesek birîndar bû

Li bajarê Pawe komek kolber rastî êrîsa pasdaran hatin: Kesek birîndar bû

PeyamaKurd – Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê ragihand ku li devera Şoşmê ya bajarê Pawe yê Rojhilatê Kurdistanê kolberekî kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hat birîndarkirin.

Li gorî nûçeya malpera Hengawê şeva borî li devera sînorî ya Şoşmê ya bajarê Pawe li parêzgeha Kirmaşan ya Rojhilatê Kurdistanê, komek kolberên kurd rastî êrîşa pasdarên Îranê hatin.

Hat zanîn ku di wê êrîşê de kolberekî kurd ê bi navê Eyûb Rostemî bi giranî birîndar bû.

Eyûb Rostemî 27 salî ye û xelkê bajarokê Selasî Bawecanî yê Rojhilatê Kurdistanê ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin