PeyamaKurd- Qunciknivîsê Rojnameya Sabahê Mahmut Övür, bersivên ku parlamenterê HDPê yê Diyarbekirê Îmam Taşçier ên di derbarê hilbijartinê de dane pirsên wî, parve kirin.
Îmam Taşçier, bersiva îdiayên li ser HDPê yên di derbarê DEVAyê ku dê tifaqê çêbikin de axivî û got,
"Tu carî hevdîtineke bi vî rengî çênebûye. Ji ber ku navê Erol Katircioglu jî hat gotin, min jî ji Erol Katircioglu pirsî. Wî jî got ku hevdîtin çênebûye. Her wiha her çend pêşniyaza bi vî rengî hatibe jî çepên Tirk ên nav HDPê, vê yekê qebûl nakin. Partiyên ji hezaran 4î dibînin lê HDP ya ku ji % 10-12 ye, nabînin.”
Taşçier diyar kir ku wan hesab nekiriye ka namzed bi kêrî AK Partiyê tê yan na, berovajî vê yekê bi namzedek cuda ketina hilbijartinê dê hejmara wekîlan zêde bike.
Îmam Taşçier, li ser pirsa “Heger Qendîl pêkutiyê bike, HDP dê helwesta xwe biguherîne yan na?” ev bersiv da:
“Ez difikirim ku êdî gel guh nade Qendîlê. Em herin ku derê, gel dixwaze em bi xwe namzetê xwe diyar bikin. Wisa tê fikirîn ku heger gera duyemîn çêbibe, herdu tifaq jî dê ji neçarî werin gel me. Lê heger Ak Partiyê di vî warî de gavekê havêtibûya, dê gel hîn germtir lê binihêrta.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin