Li dinyê hejmara nexwesên Koronavîrus gîhast 8,500,000 kesan

Li dinyê hejmara nexwesên Koronavîrus gîhast 8,500,000 kesan

PeyamaKurd - Li gor lêkolînên dawî, li dinyê hejmara pêketiyên Korona gîhaştiye 8,500,000 kesan.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 8,566,787 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin. Li Amerîka hejmara pêketîyan  2,200,000 pirtir e.

Li dû Amerîka, bi 978,000 pêketîyan Brezîlya, li dû wê jî bi 568,000 pêketîyan Rûsya tê.

Ji ber vîrusa korona li Amerîka pirtir ji 118,000, li Brezîlya bi qasî 48,000 û li Brîtanya jî pirtir ji 42,500 kesan can daye.

Koronavîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir li dinyê bêlav bîbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê pirtir ji 84,000 kes bi vîrusa korona ketine û bi qasî 4700 kes bi wê can daye

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin