PeyamaKurd – Rojnameya Şerqul Eswetê ragihand ku Rûsyayê ji bo lihevkirina bi rejîma Sûriyê re, nexşerêyeke ji 10 xalan pêk tê pêşkeşî Kurdên Sûriyê kiriye ku tê de beşdarbûna Kurdan a nav komîteya destûrê û nûnertiya siyasî ya kurdan di hikûmeta Sûriyê de jî tê xwestin.
Li gorî rojnameyê Moskowê di civîna dawiya sala 2019an a li Qamişloyê de ku ji bo destpêkirin û serxistina danûstandinên ligel rejîmê û Kurdên Sûriyê hatiye kirin nexşerêyeke ji deh xalan pêk tê pêşkeşî kurdan kiriye.
Di nûçeya Şerqul Eswet a Siûdî de hatiye gotin ku şanda leşkerî ya rûsî 26ê Kanûna 2019an li Qamişlo bi rayedarên Kurd re hatiye cem hev û di wê civînê de ew 10 xal arasteyî wan hatine kirin daku danûstandinên ligel rejîmê bigihîjin encamê.
Xalên nexşerêya Rûsyayê bo danûstandinên rejîm û Kurdan wiha ne:
Li gorî rojnameyê heyeta rûsî pêşî 25ê Kanûnê bi rayedarên rejîma Sûriyê re hevdîtin kirine û piştre jî bi rayedarên PYDê re li Qamişlo civiyaye û ew xal pêşkeş kirine.
Herwiha tê gotin ku dê heyeta rûsî rojên pêşiya me piştî hevdîtinên ligel hemû aliyan, derbasî Şamê bibe û pêşniyarên bo danûstandinê pêşkeşî rêveberiya Esed bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin