Pasdarên Îranê li Kirmasanê du kolber bi giranî birîndar kirin

Pasdarên Îranê li Kirmasanê du kolber bi giranî birîndar kirin

PeyamaKurd – Hêzên parastina sînor yên Îranê, li devera sînorî ya Newsûd li parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê, êrîşî kolberan kirin û di encamê de du kolber birîndar kirin.

Li gor Malpera Mafê Mirovan ya Hengawê diyar kir, do li devera Newsûd ya bajarê Pawe li parêzgeha Kirmaşanê, hêzên parastina sînor yên Îranê komek kolber dan ber guleyan.

Herwiha hat zanîn, di wê êrişê de du kolber birîndar bûn. Yek ji wan kolberan xelkê bajarokê Kamyaran bi navê Umîd Rehîmî û yê din jî xelkê bajarê Ciwanro bi navê Riza Yûsifî bû.

Li gor tê gotin, birînên wan kolberan giran in û niha li nexweşxaneya bajarê Pawe tên dermankirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin