Çalakiya Keleha Zêrzevan a Navnetewî ya 2021ê birêve çû

Çalakiya Keleha Zêrzevan a Navnetewî ya 2021ê birêve çû

PeyamaKurd – Çalakiya çavdêriya asman a li Keleha Zêrzevan a Navnetewî ya 2021ê hat lidarxistin.

Keleha Zêrzevan a li navçeya Çinar a bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê, xwedî dîroka 3 hezar salan e û di serdema împeretoriya Romayê de, wekî devereke leşkerî hatiye bikaranîn.

Di çalakiya ku bi teleskopan çavdêriya asman ji ser Keleha Zêrzevanê tê kirin de, ji bilî geştiyarên biyanî û xelkê herêmê jî eleqeyeke mezin nîşan dide.

Di bernameya çalakiyan de, atolyeyên zarokan ên lîstik û jêhatîbûnê jî hatin kirin û zarokan firoke firandin.

Piştî xwarina şîvê jî beşdarên bernameyê ligel pisporan bi teleskopan ji ser Keleha Zêrzevanê çavdêriya asman kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin