PeyamaKurd - 19 siyasetmedar û sendîkavanên ku di operasyoneke serdegirtina malan de di rojên 8-9ê Mijdarê de hatibûn binçavkirin, îro li Diyarbekirê derketin pêşberî dadgehê.
Cîgirê Serokê Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel ku di encama wê operasyonê de, heft roj in di bin çavan de bû îro 15ê Mijdarê bi daxwaza girtinê ya Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê derket pêşberî dadgehê.
Dadgeha Diyarbekirê ji bo Bayram Bozyel û 18 kesên din ên hatibûn desteser kirin biryar da. Dadgehê ji bo Bayram Bozyel û 15 kesen din biryara girtinê, ji bo 2 kesan jî biryara hepsa malê da.
Parêzerên Bayram Bozyel, dan zanîn ku Bozyel bi piştgirîdayîna rexistinên neyasayî hatiye tawanbar kirin û hincetên wek: stranên bi Kurdî, hewandina weşanên qedexe, di daxuyaniyan de bikaranîna peyvên Kurd û Kurdistan, her çar parçê Kurdistanê hatine nîşandan û bi wan hincetan jî wek piştgirî û hevkariya KCKê hatiye tawanbar kirin û ceza kirin.
Parêzerê Bozyel, Hasan Dagtekîn daye zanîn, ti pênwendiyên Bayram Bozyel, bi rêxistinên der yasayî re tune ye, lê tiştên ku siyasetmedarekî Kurd bikar bîne, wek hinceta girtina wî hatine nîşandan.
Navê 19 kesên di operasyona 8-9ê Mijdarê de hatibûn binçavkirin ev in: "Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) Bayram Bozyel, Rêveberên Rêxistina HDPê ya Bajêr a Amedê Mehmet Asena, Şeyhmus Yavuz, Hevserokê Rêxistina HDPa Bismilê Şakîr Demîr, endamê Meclîsa Şaredariya Sûrê yê HDPî Omer Fîlîtoglû, Hevserokê Rêxistina HDPa Rezanê Nasir Yelter û rêveberê wê Huseyîn Baran, Rêveberên Rêxistina DBP'ê ya Bajêr a Amedê Yasemin Akengîn, Mehmet Alî Alkan, Mehmet Suslu û Abdulah Dengîz, Hevserokê Rêxistina Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) a Bajêr a Amedê Erkan Keskin, Rêvebera Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) a Şaxa Amedê Gulhan Tekîn, Hevseroka Egîtîm Senê ya Şaxa Amedê ya Jimara 2'an Arzu Koç, Endama Desteya Rêveberiya Odeya Endeyzarên Makîneyê ya Şaxa Amedê Arîn Zumrut, Hevserokê TUM BEL-SENê ya Şaxa Amedê Bakî Ondeş, Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê Vesiye Yîgît, rêvebera TÛAY-DER’ê Şehrat Ûyanik û Nazîfe Yîgît."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin