Li wî welatî, êrîsa xwekujî hat kirin: Kustî hene!

Li wî welatî, êrîsa xwekujî hat kirin: Kustî hene!

PeyamaKurd- Li gorî nûçeya Rojnameya Dawn, li ser pira Bolanê ya li ser sînorê herêma Kaççi û Sibiyê, li dijî wesayîta polîsan êrîşeke xwekujî pêk hat.

Li gorî agahiyên hatin ragihandin, li eyaleta Belucistana Pakistanê, di êrîşa xwekujî ya li hemberî wesayîta polîsan de 9 polîs hatine kuştin û 11 polîs jî birîndar bûn.

Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku heta tu aliyekê berpirsiyariya vê teqînê hilnegirtiye.

Li gorî ragihandina rayedarên emnî yên Pakîstanê, di demên dawî de êrîşên terorî zêde bûne û hat diyarkirin ku bi taybetî jî li parêzgehên Xyber Pakhtunkhwa û Belucistanê ev êrîş tên kirin.

Her wiha ji aliyê Îslamabadê ve hat amajekirin ku ev êrîş ji aliyê Talîbana Pakîstanê ya Efxanîstanê ve hatine plankirin û rêvebirin lê belê ji aliyê Efxanîstanê ve ev tomet hat redkirin.

Di 30ê Çileyê de jî di dema nimêja nîvrojê ya li Peşawara Pakîstanê de di êrîşa xwekujî ya li mizgeftekê de ku piraniya wan polîs bûn de 102 kesan can dabûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin