PeyamaKurd - Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ku di bin kontrola artêşa Tirkiye û komên çekdar de ye, teqîn çêbûn ku tê ragihandin kuştî û birîndar hene.
Li gorî hin çavkaniyan 2 teqîn ye jê li stadyûma Efrînê ya din jî li nêzîkî Dibistana Seyfuldewla ya li ser riya nehiyeya Raco çêbûye.
Herwiha hinek jêder jî dibêjin, 4 top li taxa welat a Efrînê ketine û zarokek û jinekê can daye.
Îro 20ê Çile salvegera destpêkirina êrîşên dagirkirina Efrînê ye ku îro jî artêşa Tirkiyê û komên çekdar gundên navçeya Şera yên wek Mirenaz, Malkiyê, Şiwarxe, Kelha Şiwarxe û Elqemiyê topbaran dikirin û ew teqîn jî li pey wan êrîşan ve tên.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin