Ji YSKê biryareke nû bo Stenbolê

Ji YSKê biryareke nû bo Stenbolê

PeyamaKurd – Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) îro ji bo îtirazên AKPê yên li ser encamên hilbijartinên herêmî ku namzedê CHPê Ekrem Îmamoglu şaredariya bajêrê mezin a Stenbolê qezenc kiribû biryareke din li ser îtiraza AKPê da.

YSKê îtiraza AKPê ya karmendên ji karê xwe bi rêya Biryarnameyên Hikmê Qanûnê (KHK) hatine avêtin, dengên wan hesab nebin red kir.

Tê çaverêkirin îro 6ê Gulanê YSK biryara dawî li ser encamên hilbijartinên Stenbolê bide ku AKP û MHP dixwazin were betalkirin û hilbijartinên Stenbolê bên nûkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin