Sêwirmendê Turk: Dixwazin saredariyê ji Ahmet Turk bistînin û bidin namzedê AKPê

Sêwirmendê Turk: Dixwazin saredariyê ji Ahmet Turk bistînin û bidin namzedê AKPê

PeyamaKurd - Şêwirmendê Ahmet Turk ê ku di hilbijartinên 31ê adarê de bi ser ket û bû  Şaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê, Enver Ete derbarê rewşa dawî da daxuyanî da.

Enver Ete, li ser îtîraza namzedê AKPê got, “naxwazin li Mêrdînê hilbijartin bê dûbarekirin. Dixwazin şaredariyê ji Ahmet Turk bistînin û dîrekt bidin namzedê AKPê.”

Şêwirmendê Turk Enver Ete, da xuyakirin ku îtîraz ne li ser encaman e, dixwazin posta şaredarîyê ji Turk bistînin, lewra hinceta ku nîşan didin ew e ku Ahmet Turk nikare bibe şaredar.

Şêwirmendê Turk Ete,”Halê hazir Ahmet Turk ji xwe şaredar e û bi tenê ji wezîfê hatiye dûrxistin û li şûna wî qeyûm hatiye wezîfedarkirin. Egera îtîrazê jî ev e ji xwe. Naxwazin hilbijartinên Mêrdînê werin dûbarekirin, dixwazin şaredariyê ji Ahmet Turk bistînin û dîrekt bidin namzedê AKPê”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Lijneya Hilbijartinan a Bajarê Mêrdînê, bi hinceta ku AKPê îtîraz kiriye û xwestiye 19 hezar û 373 dengên ne derbasdar car din bên jimartin, mazbata neda Ahmet Turk ê ku di hilbijartinan de bi 65 hezar 794 deng zêdetir stendiye û bûye şaredar.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin