HSDê li Reqayê dest danî ser cebilxaneyeke îstixbarata Tirkiyê

HSDê li Reqayê dest danî ser cebilxaneyeke îstixbarata Tirkiyê

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Hêzên Antîterorê yên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kesekî girêdayî Îstixbarata Tirkiyê (MIT) tevî miqadreke mezin a cebilxaeyan desteser kir.

Hat diyarkirin ku ew kes li xwe mikur hatiye ku ji aliyê îstixbarata Tirkiyê ve ji bo armanckirina serokeşîrên Reqayê hatiye erkdarkirin û ew cebilxane jî ji aliyê îstixbarata Tirkiyê ve hatine dabînkirin.

Li gorî dîmenên HSDê belav kirine, gelek cureyan çekdan di nav wê cebilxaneyê de hene ku bi wan çekan dihat xwestin, mîna kuştina serokeşîrên Dêrazorê û derxistina aloziyan, li Reqayê jî heman tişt were dubarekirin.

Di daxuyaniya HSDê de tê gotin ku ew kes li xwe mikur hatiye û eşkere kiriye ku ji aliyê îstixbarata Tirk ve hatiye wezîfedarkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin