Efrîn | Komên çekdar 5 welatiyên Kurd ji bo fîdyê revandin

Efrîn | Komên çekdar 5 welatiyên Kurd ji bo fîdyê revandin

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li gundê Miskanlî yê bajaroka Raco ya Efrînê çekdarên girêdayî komên opozîsyonê 5 welatiyên kurd revandin û ji malbatan daxwaza fîdyeyê dikin.

Li gor ragihandina malpera Afrîn Media Center milîtanên komên çekdar 5 welatiyên kurd ji gundê Miskanlî yê Racoyê revandin û ji bo berdana wan jî ji malbatan daxwaza 150 hezar lîreyên Sûriyê dikin.

Kesên bi navên; Mihemed Mistefa, Selam Mihemed Mistefa, Ferhad Mihemed Daûd, Elî Kemal Mistefa û Mihemed Xalid Mistefa hîn di destê çekdaran de girtî ne û li bendê ne werin rizgarkirin.

Artêşa Tirkiyê ligel komên çekdarên opozîsyonê yên girêdayî xwe, 18ê Adara 2017an bajarê Efrînê dagir kiribû û ji wê demê ve gelek nûçe û dîmenên kuştin, talan û diziyê ji Efrînê tên belavkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin