Rojava: TSKê, navendên gaz û petrolê bombe kirin

Rojava: TSKê, navendên gaz û petrolê bombe kirin

PeyamaKurd- Li gorî ragihandina çapemeniya nêzîkî Hêzên Suriya Demokratîk (HSD) û Rêveberiya Xweser a Rojava, artêşa Tirk êrîşî navendên petrol û gazê yên li sînorê Qamişlo, Dêrik û Tirbespî kiriye.

Di agahiyên hatin parverekirin de hat diyarkirin ku îro, ji aliyê Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) ve bi dronan êrîş li parzûngeheke petrolê ya li başûrê navçeya Çilaxa hatiye kirin.

Her wiha hat diyarkirin ku dronên Tirkiyeyê êrîşî parzûngeha Dcile ya li gundê Girhok ê li başûrê navçeya Çilaxa kirine û 3 bombe li parzûngehê xistine.

Hat diyarkirin ku di encama van êrîşan de agir bi parzûngehê ketiye û tîmên agirkuj karibûne êgir bi awayê kontrolkirî vemirînin.

Di dewama agahiyan de hat eşkerekirin ku droneke din a aîdê Tirkiyeyê jî îro bi berdewamî navendeke gazê ya li gundê Siwêdiyê yê ser bi bajarê Dêrikê ve daye ber topan û îro îstasyona Zerabe ya nêzî gundê Mela Ebas jî dîsa bi hema awayî hatiye bombekirin.

Li gorî agahiyên hatin eşkerekirin, piştî wê jî balafirên şer ên Tirkiyeyê îstasyona Seîde ya li nêzî gundê Girdîm ê ku 10 kîlometreyan li bakurê navçeya Tirbespiyê ye bombebaran kirin ku ev der mezintirîn îstasyona komkirina petrolê ya li kantona Qamişlo ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin