Erdogan û Sedr axivîn

Erdogan û Sedr axivîn

PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan telefonî Muqteda Sedr  kir.

Li gor agahiyên çavkaniyên serokkomariya Tirkiyê Erdogan got piştî ku li Iraqê DAIŞ hat têkbirin encamên hilbijartinên ku di 12ê gulanê de hatin kirin ji bo hemû Iraqiyan bixêr be.

Erdogan di axaftinê de diyar kir ku Tirkiye gelekî girîngî dide yekîtî û bihevrebûna Iraqê û ji bo Sedr serkeftin xwest. 

Erdogan di axaftinê de behsa îdîayên Tirkmenên Iraqê ji Sedr re kir.

Sadr jî got ku li Iraqê Tirkmen jî di nav de dê mafên hemû aliyan bên parastin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin