Serok Barzanî bi helkefta cejna Çileyê Havînê peyamek belav kir

Serok Barzanî bi helkefta cejna Çileyê Havînê peyamek belav kir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî bi helkefta cejna Çileyê Havînê ya Êzîdiyan, pîrozbahiyê pêşkêşî kesayetiyên ola êzîdî û xwişk û birayên êzîdiyên Kurdistan û seranserê cîhanê kir û hêvîyên xwe anîne zimên ku, ev cejin bibe destpêkek bo vegera Kurdên êzîdî bo jiyana xwe ya asayî.

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina cejna Çileya Havînê ya ola Êzîdiyan germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî kesayetiyên ola Êzîdî û xuşk û birayên Êzîdiyên Kurdistan û seranserê cîhanê dikim.

Li vê helkeftê de tekez li ser piştevaniya tevahiya xwe ji bo daxwazên xuşk û birayên me yên Êzîdiyan dikîn û hêviya kewandina birînên wan û dawî hatina bi êş û janên wan dixwazîn.

Hêvîdar im ev cejin bibê destpêkek ji bo vegerandina xuşk û birayên me yên Êzîdiyan li ser jiyana asayî û bikarin li keşêkî aram û aştiyane da cejn û şahiyên xwe pîroz bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin