Bagerê Mûsî li Stenbolê dibe mêvanê Fazil Say

Bagerê Mûsî li Stenbolê dibe mêvanê Fazil Say

PeyamaKurd – Zarokê Kurd Bagerê ku tevî korbûna xwe ya ji zayînê ve di muzîkê de pir zîrek e û her dengê dibihîze li notayan dirêje, li Stenbolê bi piyanîstê navdar ê tirk Fazil Say re hevnas dibe û ji bo konsera wî ya Stenbolê hat vexwendin.

Bager demek berê li gundê xwe yê bajarê Mûşê li nav erdan ji hevalên wekî xwe zarok re konsereke piyanoyê çêkiribû û li ser medya civakî jî ew vîdyo gelekî populer bûbû.

Bager piştî belavbûna wê vîdyoyê hatibû naskirin û zîrekiya wî ya muzîkê ji aliyê muzîkjenên navdar ve jî hatibû pîrozkirin.

Li gorî medya tirk Fazil Say, Bager vexwendiye konsera xwe ya Stenbolê ya ku 30yê Hezîranê li Navenda Hunerê ya Lutfî Kirdar tê lidarxistin.

Mamosteyê Bager dibêje, pêwîste ew bi awayekî akademîk perwerdeya muzîkê bistîne daku hunera xwe bêkêmasî pêşkeş bike û bipêş bixe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin