PeyamaKurd- Bavê hunermend a navdar a mûzîka popê ya Tirkiyê Sezen Aksu ku bi sekn û tewrên xwe di civata hunermendan de gelek bi qedre û qîmeta wê tê zanîn, di 91 saliya xwe de wefat kir. Di merasima cenaze de gelek kesên navdar ji cemaeta hunermendan hebûn û destekê dan Sezen Aksu. Bavê Aksu Sami Yıldırım ku ji rêvebiriya dibistanê xaneşîn bû, li nexweşxanê ji nexweşîna kêmxebata gelek organan duhî wefat kiribû.
Îro cenaze bavê Sezen Aksu li li navçeya Konakê, li taxa Küçükyaliyê, li mizgefta Hecî Ahmed Tatarî piştî limêja esrê merasima cenaze hat çêkirin û wî li cem hevjîna wî Şehriban Yıldırım defin kirin.
Di merasimê de ji der û dora hunermendan gelek kes hebûn. Di nav wan de; Sibel Can, Gülben Ergen, Emel Müftüoğlu, Sıla, Müjde Ar û Demet Akbağ, Ercan Karakaş, Demet Akbağ, Ceylan Ertem, Saba Tümer hebûn. Gelek kesên ku nehatibûn merasima cenaze, tacegulan bo merasimê şandibûn.
Sezen Aksu dosteka Kurd e an ku herî kêm dostê mûzîka Kurd e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin