PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî, îro Yekşemê 30yê Mijdarê gihîşt îdareya serbixwe ya Zaxo û tê çaverêkirin beşdarî merasîma vekirina pêşangeha pirtûkan a Zaxoyê bibe.
Hate zanîn ku Serok Mesûd Barzanî bi armanca serdan û beşdarbûna çalakiya rewşenbîrî gihîştiye bajarê Zaxoyê ku wê îro pêşangeha pirtûkan jî bê vekirin.
Di pêşengeha pirtûkan a Zaxoyê hejmarek saziyên çap û weşanê bi navnîşanên cuda beşdar dibin.
Serok Barzanî doh jî serdana Bakurê Kurdistanê kiribû û li Cizîra Botan beşdarî Sempozyûma Melayê Cizirî bûbû ku ji aliyê Zanîngeha Şirnexê ve hatibû lidarxistin. Serok Barzanî li Cizîrê bi û şahî ji aliyê xelkê deverê ve hatibû pêşwazîkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin