Dibe halê Sûriye gelek nexwestir bibe

Dibe halê Sûriye gelek nexwestir bibe

PeyamaKurd- Sûriye xwe amade dike êrîşê ser Îdlîbê bike. Leşkerên xwe xistiye ser sînor. Rûsya 10 keştiyên xwe yên şer şandiye Behra Sipî û bi muxalifan re hevdîtinan dike.

Tirkiye dibêje eger operasyoneka leşkerî bo ser Îdlîbê çêbibe, wê felaketeka mezin çêbibe. Niha dîplomasiya herêmê gelek germ tevdigere. Awrûpî naxwazin Şam û Rûsya êrîş bikin ser Îdlîbê. Fransa dibêje eger çekên kîmyewî bê bikaranîn wê êrîş bike ser rejîma Sûriyê.

Îran dibêje wê di nêzde şerê ser Îdlîbê destpêbike ji ber serokerkanê Îranê seredana Sûriyê kiribû haya wî ji mijarê heye. Li gor ragihandina Tasnima Îranê ji 200 otobusan zêdetir leşker ber bi Îdlîbê de diçin. Di karwanê wan de tank, alavên zirxî hene. Li gor ajansê mîlîsên Îranê û artêşa Sûriyê niha di navbera Îdlîb û Hamayê de ne.

Li balafirgeha Hamayê tevgerên leşkerî hene, balafirên şer û helîkopter li baregehê hatine bicîhkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin